Dijbereyê firokeyekê rejîma Sûriyê xiste xwar!

Dijbereyê firokeyekê rejîma Sûriyê xiste xwar!

12:18:23

 

 

Rojava News: Opozîsyona Sûriyê li bakur rojhelatê Şamê paytexta Sûriyê firokeyeke leşkerî a Rejîma Sûriyê xiste xwar û firokevanê wê jî bi dîl girtin.

Derbarê xistina wê firokeyê Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan daxuyaniyek belav kir, tê de tekez kir ku, firokeyek a rêjîma Sûriyê li bakur rojhelatî Şamê paytexta wî welatî ji aliyê opozîsyona Sûriyê kete xwarê.

Rewangeha da zanîn ku, firokevanê wê firokeyê karî xwe ji mirinê rizgar bike, lê ji aliyê opozîsyonê ve hate girtin.

Ji aliyê xwe Ceyîş El-Islam li ser tiwîtera xwe wêneyê firokevan û navê wî Newres Hesen e û firoke jî ji corê sîxoyî22 ye belav kir.