Li Sûriyê ji destpêka kirîzê de 350 rojnamevan hatine kuştin!

Li Sûriyê ji destpêka kirîzê de 350 rojnamevan hatine kuştin!

 

12:55:27

 

Rojava News: Sîntera Sûrî ya azadiyên ragehandinê (CPJ) ragehand ku, ji destpêka kirîza Sûriyê û heta niha 350 rojnemevan li wî welatî hatine kuştin.

 

Derbarê amara rojnamevanên ku, li Sûriyê hatine kuştin Sîntera Sûrî ya Azadiyên ragehandinê (CPJ) ya ku, binpêkirina mafê rojnamevanan û welatiyên ku karê rojnamegeriyê dikin tomar dike raporek belav kir.

 

Di rapora sentera navborî de hatiye gotin ku, tenê di meha Hezîrana borî de, 12e rojnamevan li Sûriyê hatine kuştin ji wan 5 ji bajarê Dêrazorê bûn.

 

Herwiha 4 rojnamevanên din di bin êşkenceyê de li girtîgehên rejîma Sûriyê de canê xwe ji dest dan piştî 4 sala bi ser girtina wan re derbas bûbû û Xalid Isa yê ku, ji encama birîna xwe ya giran li Tirkiyê canê xwe ji dest da.

 

Li gor amarên rapora Sîntera Sûrî ya azadiyên ragehandinê hejmara rojnamevanên ku, ji destpêka kirîza Sûriyê de hatine kuştin 350 rojnamevanin.