Rojava News: Agirbesta ku ji aliyê hikûmeta Sûriyê bo her sê rojên Cejna Remezanî hatibû ragihandin, hat binpêkirin.
Fermandariya Giştî ya Artêşa Sûriyê duh bi helkefta Cejna Remazanê agirtbestekê bo 72 saetab li seranserî Sûriyê îlan kir û piştre dijberê jî razî bibû.
Ew agibest hatiye binpêkirin hêzên hikûmeta Sûriyê û dijbereyê hevdû sûcdar dikin.
Li gor dîmenên ku ji aliyê navenda çapemeniyê ya Berevaniya Şaristanî ya Dijbereya Sûriyê ve hatiye weşandin, êriş li bajarê Cesir Elşixûr yê Idlibê hatiye kirin û di encamê de hejamreke ji kuştî û birîndaran hene.
Berevaniya Şaristanî ya Dijbereyê îdia dike ku firokeyên artêşa Sûriyê ew êriş pêk aniye.
Ji aliyê din ve jî ajansa fermî ya nûçeyên hikûmeta Sûriyê, ragihand ku aliyên îslamî û yên dijbereyê ew agirbest binpê kirine û taxa Seyf Eldewle ya li bajarê Helebê dane ber topan.
Herwiha hat gotin di encamê de hejmareke ji welatiyên sivîl hatine kuştin.
