Artêşa Sûriyê operasyona rêya Kastilloyê dijwar kir!

Artêşa Sûriyê operasyona rêya Kastilloyê dijwar kir!

Rojava News: Artêşa Sûriyê ji bo rêya Kastilloyê ji destên cîhadîstan derxe operasyon da destpêkirin ku ev der deriyekî ketina bajarê Helebê ye û roleke wê ya stratejîk heye. Di çarçoveya operasyonê de heke ku ev der bêbidestxistin wê rêya dawî ya cîhadîstan qut bibe.

Li gorî zanyariyên hatine bidestxistin, artêşa Sûriyê ji bo tevahiya bajarê Helebê ji destên rêxistinên cîhadîst ên weke El Nusrayê û Ahrar'uş Şamê derxe operasyon daye destpêkirin. Di vê çarçoveyê de xebatên bidestxistina rêya Kastilloyê xurtir kirine ku ciyekî stratejîk e û deriyê ketina bajarê Helebê ye.

Bi hezaran leşker beşdarî operasyonê bûne û Hêzên Piling ên artêşê di pêşî de cî digirin. Herweha balafirên şêr ên rûsî jî ji esman piştgiriyê dide operasyonê.

Artêşa Sûriyê li ser vê rêyê gelekî bi pêş ketiye û başûrê Cotgeha Mellahê bidest xistine û bi vê gavê re rêya Kastilloyê hate girtin. Şerê di navbera artêşa Sûriyê û cîhadîstan berdewam dike û gelek kes ji rêxistinên cîhadîstan mirin.

Heke ku artêşa Sûriyê rêya Kastilloyê bidest bixe wê cîhadîstên li navenda Helebê ne asê bimînin û wê Heleb bê dorpêçkirin.

Rêxistinên terorîst car caran ji ser vê rêyê diçin êrîşê dibin ser taxa Şêx Meqsûdê.