Rojava News: Ji yek milyon kesî zêdetir xelkê Sûrî ji ber şer reviyane û berê xwe dane Lubnanê. Nîvê vê hêjmarê jî zarokin.
Zarokê ku ji ber şer û bombebarana Sûrî reviyane û çûne Lubnanê rewşê xirap jiyan dikin, û li gor rêxistinên alikariyên mirovî zarok di kempa de rastî destdirêjiyê dibin.
Li gor raporta ku BBC belavkiriye, hêjmareke zê de ji zarokê penaberan rastî destdirêjî û tundiyê hatine.
Bêtirî xwe jî ew zarokên bi sedemê karkirinê diçin hin kargehan rastî destdirêjiyê tên, û herweha din ava kempê de jî ew buyer tene jiyankirin.
Di raportê daxwaz tê kirin ku rayederên cihanî û yê Lubnanê ji bo wê rewşê çareseriyekê peyda bikin.
