13:11:16
Rojava News: Navenda Şopandina Agirbestê ya Rûsyayê li Sûriyeyê ragihand ku di êrişa El Nûsra ya taxa El Furkan a Helebê de zêdetirî 30 sivîlî hatin kuştin.
Navenda Şopandina Agirbestê ya Rûsyayê li Sûriyeyê ragihand ku di êrişa rêxsitina terorîst a El Nûsra ku bi top û hawanan li dijî taxa El Furkana Helebê pêk anîn de zêdetirî 30 xelkê sivîl hatin kuştin û herî kêm 150 kes jî birîndar bûn. Lî gorî zanyariyên berdest piraniya birîndaran ji jin û zarokan pêk tê.
Li gorî navenda şopandinê, milîtanên rêxistina terorîst a El Nûsrayê bi top û hawanan êrişî herêmên Kudehî, Handarat, Haylan û El Hader, Şêx Meqsûd, Xalîdiye, Zagra, El Furkan, Muhafaza û balafirxaneya Nayrabê kirin.
Ji aliyê din ve bandora êrişên rêxistina terorîst a El Nûsrayê li herêmên jiyangehê yên Şam û Lezqiyeyê jî kirin.
