Opozîsyonê li rojavayê Helebê dest bi êrîşekî mezin kir

Opozîsyonê li rojavayê Helebê dest bi êrîşekî mezin kir

3:40:45 PM

RojavaNews: Çekdarên  Opozîsyona Sûriyê li bajarê Helebê dest bi êrîşekî berfireh li rojavayê wî bajarî yê ku, di bin desthilata rejîma Sûriyê de kirin.

Derbarê wê êrîşê Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirova daxuyaniyek belav kir tê de tekez kir ku, weke karvedanekî li ser kontirolkirina rejîmê ji rêya Kastêlo re Grûpên Opozîsyona Sûriyê li bajarê Helebê dest bi êrîşekî berfireh li rojavayê wî bajarî yê di bin desthilata rejîma Sûriyê de kirin.

Rewangehê da zanîn ku, di wê operasyonê de opozîsyonê taxên Rojavayê bajarê Helebê bi tûndî topbaran kirin.

Herwiha Rewangehê aşkere kir ku, opozîsyona Sûriyê ji çar mihweran ve êrîş kiriye.