Dijbereya Sûriyê li rojavayê Helebê dest bi êrîşekî mezin kir!

Dijbereya Sûriyê li rojavayê Helebê dest bi êrîşekî mezin kir!

Rojava News: Grûpên Opozîsyona Sûriyê li bajarê Helebê dest bi êrîşekî berfireh li rojavayê wî bajarî yê ku, di bin desthilata rejîma Sûriyê de kirin.

 

Derbarê wê êrîşê Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirova daxuyaniyek belav kir tê de tekez kir ku, weke karvedanekî li ser kontirolkirina rejîmê ji rêya Kastêlo re Grûpên Opozîsyona Sûriyê li bajarê Helebê dest bi êrîşekî berfireh li rojavayê wî bajarî yê di bin desthilata rejîma Sûriyê de kirin.

 

Rewangehê da zanîn ku, di wê operasyonê de opozîsyonê taxên Rojavayê bajarê Helebê bi tûndî topbaran kirin.Ji aliyê Xwe ve Televizyona Sûriyê di nûçeyeka xwe de ragehand ku, di encama êrîşa grûpên opozîsyonê 8 kes hatin kuştin û 80 kesên din birîndar bûn.

 

Herwiha Rewangehê aşkere kir ku, opozîsyona Sûriyê ji çar mihweran ve êrîş kiriye.