Hevpeymaniya Niştimanî Hikûmeta Ebû Heteb erê dike

Hevpeymaniya Niştimanî Hikûmeta Ebû Heteb erê dike

3:57:08 PM

RojavaNews: Duh duşembê, Desteya Giştî ya Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozisyona Sûriyê , şêweyê kabîneye wezaretan ya ku serokê Hikûmeta Sûriya Demkî Cewad Ebû Heteb pêşkêş kiribû pesend kir.

hikûmeta ku ji 8 wezîran pêk tê, baweriya 68 endamî ji 98 an yên ku di civîna Desteya Giştî ya Hevpeymaniya Niştimanî ya ku duh duşembê êvarî li Istanbolê li dar xistin hazirbûn bi dest xistin.

Hikûmeta Demkî ya nû ji 8 wezaretan û cîgirê serokê hikûmetê pêk tê, û cêgirê karûbarê abûrî hîn ne hatiye destnîşankirin, û di lîsteya Hikûmeta Ebû Heteb de, ev kes hene, D Ebdil Mun'im Elhelebî wezîrê darayî,  D Mihemed Fîras Elcundî wezîrê tendurustiyê , û D Ebdil Ezîz Elduxêm wezîrê hînkirina bilind, D Îmad Berq wezîrê perwerdeyê, mamoste Ye'qûb El'emar wezîrê rêveberiya xwecihî , endazyar Cemal Keleş wezîrê çandiniyê, endazyar Ebdela Rezûq wezîrê xizmetguzariyê  ,û endazyar Ekrem Tu'me cîgirê serokê Hikûmetê, û D Cewad Ebû Heteb wê bi karê wezîrê navxweyî jî  rabe.     

  Ev wezarat wê li ser xaka Sûrî ya rizgarkirî kar bikin, ji bo pêşkêşkirina xizmetguzariyan ji kesên ku li wir niştecîne , û bi hevkariya dezgeh û kesayetiyên welatparêz û aliyên peywendîdar ji bo pêkanîna aramî û pêşketina civaka Sûrî.

  armanca Hikûmeta Sûrî ew e, piştgiriya xweragirya civaka Sûriyê û geşepêdana wê , û dîtina çareseriyan ji bo sûdewergirtina ji  berhemên welat, ji bo vegerandina aramî û pêşketina Sûriyê.

 

 

 

Her weha Hikûmeta Ebû Heteb hewl dide ji bo pêkanîna hin armancên istiratîcî wek: parastina yekîtiya xaka Sûriyê , di riya parastina pêkhateyên civakê û nasnameya wê,, û avakirina dezgehan ji bo vegerandina dewletê di riya sîstemên rêveberiyê û xurtkirina hestê endamtiya niştimanî , û piştgiriya serbixwebûna biryara niştimanî ya Sûrî, di riya geşepêdana berhemên xwecihî û kartêkirina wan , her weha xurtkirina Hikûmetê û çalakirina wê di riya avakirina peywendî û hevpariyên hevsenk û kartêker.