Rojava News: Dijbereya Sûriyê îddîa dike ku; Rejima Sûriyê li nêzîkî sînorê Urdunê kempeke penaberan bomberankiriye.
Li gorî nuçeya daketiye ser Routersê Seyid Qelemunî, berdevkê yekîneya ehmed Abdo, ya ser bi artêşa sûriya azad ve tekez kir ku, frokeyên hikumeta sûriyê , navçeyeke nêzîkî kempa hedlat ya li ser sînorê Urdinê bomberbaran kiriye.
Li gor ajansa Routersê dibe ku ew bombebaran ji aliyê frokeyên Rûsî ve hatibin encam dan.
Ji encama wê bombebaranê jî, nêzîkî 40 kesî ku piraniya wan jin û zarokin, bûne qurbanî.
Duh, hikumeta Sûriyê agirbestek jibo heyama 72 demjimêran raghand bû .
