Rojava News: Hejmarek ji taxên Helebê bûne armancên bordûmana balefirên şer ên Artêşa Sûriyê.
Çavkaniyeke taybet ji bajarê Helebê ji Rûdawê ra ragihand ku firokeyên şerî yên Artêşa Sûriyê êrîşên ezmanî birine ser gelek Taxên Helebê.
Li gorî zanyarî û dîmen ku hatine bidestxistin, bêhtir ji 50 kesî hatine kuştin û bi dehan jî birîndar bûne.
Ew kes li taxên Salihîn, Mercê, Firdews, Meadî, Cezmatî, Ensarî û hin deverên din hatine kuûtin bû birîndarkirin.
Heman çavkaniya eşkere kir ku di encama şer û pevçûnên di navbera Artêşa Sûriyê û hêzên dijbereyê de gelek welatiyên sivîl li Helebê dibine qurbanî.
Êriş li taxa Kurdan jî dibe
Ji aliyê din ve çavkaniyeke taybet, ji Taxa Şêx Meqsûd, ji Rûdawê re ragihand ku hêj lêdan û topbarana hêzên çekdarên, li ser Taxa Şêx Meqsûd berdewam in.
Yekîneyên Parastina Gel YPG di daxuyaniyeke xwe de, ev yek piştrast kir ku hêzên çekdar êrişên xwe li ser Taxa Şêx Meqsûd berdewam dikin.
Vê carê jî hêzên çekdar êrîşên xwe yên ser Şêx Meqsûd, ji aliyê taxa Eşrefiyê û Seken Şebabî ve pêk anîn.
