Heleb: 13 kes mirin 10 jê zarok bûn!

Heleb: 13 kes mirin 10 jê zarok bûn!

00:08:32

 

Rojava News: Di encama şer û pevçûnên li bajarê Helebê 13 kesê din jiyana xwe ji dest dan, û 10 kes ji wana jî zarok bûn.

Balafirin rêjîma Sûriyeyê gundên Kefer Heleb û El-Cîne Hirêtanê yên li rojavayê Helebê kirin. Di encamê de rêjîmê ya ser Hirêtanê de 6 zarokan û 2 kese din ê sivîl jiyana xwe ji dest dan.

Li devera El-Miyeser, Erdê Sor , Mesakin Henano, El-Mûwaselat, Kerim Miyeser, Şear, Mercê, Saxûr, Qatircî, Benî Zêd û Çerxeriya Cendûl ên Helebê ku di bin serweriya çekdarên dijbereya Sûriyeyê de ne rejime topbaran da destpêkirin û di encama topbaranê de 3 zarokan jiyana xwe ji dest dan 2 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan.

Balafirên rêjîmê hê jî li ser herêmên bakûrê Helebê difirin û bombebaran dikin