Amerîka li ser serjêkirina zarokekî li Helebê wê lêkolînê bike

Amerîka li ser serjêkirina zarokekî li Helebê wê lêkolînê bike

5:39:00 PM

RojavaNews: Amerîkayê ragihand ku, piştî serjîkirina zarokekî ji aliyê Tevgera Nûreldîn Zinkî ve li Helebê, dibe ew êdî alîkariyan li ser wê girûpa opozîsyonê bibire.

Li gor ku li ser zarê Berdevkê Wezareta Derva ya Amerîkayê, Mark Toner hatiye belavkirin, eger Washington piştrast bû ku Tevgera Nûreldîn Zinkî ew kar kiriye “dê hizra birîna alîkariyan li ser bikin.”

Duh Sêşemê (19ê Tîrmehê) Tevgera Nûreldîn Zinkî zarokekî 16 salî ku “di nav çekdarên rejîmê de şer dikir” li Helebê dîlgirtibûn, piştire jî ew serjêkiribûn.

Tevgera Nûreldî Zinkî jî derbarê bûyerê de di daxuyaniyekê de ragihand ku, ew kar ne nimûne ye li ser siyaset û karê tevgerê.

Herwiha di daxuyaniyê de hat ragihandin ku, ew dê lêkolînekê destpê bikin û kesên ew kar kirine bigihin cezaya xwe.