3:33:59 PM
RojavaNews: Piştî ku duh, rejîma Sûriyê amadebûna xwe bo danûstandinan bê şertûmerc ligel opozîsyonê ragehand, opozîsyona wî welatî bersiva Esed da û got: Baweriya me yek carî bi rejîmê nemaye taybet di qonaxa veguhêz de.
Ji aliyê xwe Endamê Şanda Danûstandinan a opozîsyona Sûriyê Munzir Maxos di daxuyaniyekê de bo rojnameya Şerq El-Ewsd re bersiva rejîmê da û ragehand ku, Desteya Bilind bihtir bi rêkeftina di navbera Amerîka û Rûsyayê de derbarê şerê li idjî DAIŞê û Cebhet El-Nûsrayê mijule.
Baxos da zanîn ku, êdî bi yekcarî baweriya wan bi rejîma Sûriyê nemaye, taybet di qonaxa veguhêz de. Da zanîn ku gotinên rejîmê û kirinên wê ji hev dûr in.
Berî niha Nûnerê Neteweyên Yekbûyî taybet bo Sûriyê Steffan De Mistura ragehandibû ku, ew bi hêvî ne gereke din a danûstandinan di navbera rejîma Sûriyê û opozîsyona wî welatî di meha Tebaxa bê de dest pê bike.
