11:50:09
Rojava News: Balafirên şer ê Rûsî taxên bajarê Sermeda li gundewarê Idlibê topbaran kirin, û di encamê de hejmarek sivîl birîndar ketin.
Herweha, balafirên Rûsî bi roketên valahî bajarê Seraqib li gundewarê Idlibê topbaran kirin, û di encamê de malên sivîlan wêran bûn.
Li aliyeke din, Hêzên Rêjîmê bi topa giran bajarê Xan Şêxûn li gundewarê Idlibê topbaran kirin, bê ku agahî derbarê encaman bên.
Ji aliyê xwe ve, balafirên Rûsî bi tundî taxên gundê Kerdiyan li gundewarê parêzgehê yê bakur topbaran kirin.
