4:11:21 PM
RojavaNews: Endamê Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozisyona Sûriyê Ehmed Remedan got ku "tu kerîdorên wek kerîdorên mirovî li Helebê tunene, û kerîdorên ku Rûs behsa wan dikin xelkên Helebê navê kerîdorên mirinê li wan kirine".
Remedan di daxuyaniyeke xwe de ji "Firans Pirês" re doh got ku Rikberiya Sûriyê dibîne ku "ragihandina Rûsî tewaneke cengê ye û dijî mirovahiyê ye", û amaje " bi pilankê kir ku balafirên Rûsî û pasvanên şoreşgerî yên Îranê têde beşdar in ji bo koçberkirina xelkê ji bajarê wan"
Endamê Hevpeymaniya Niştimanî dît ku tiştê li Helebê dibe" wêrankirinek bi temamî û rêbazkirî ji bajêr re ye, bi ser nişteciyên wî de çi sivîl bin û çi jî şervan bin".
ji hêla xwe ve wezareta karûbarê derve ya Amerîkî doh amaje kir ku ragihandina Rûsiya der barê kerîdorên mirovahî wek daxwazkirina xwe-teslîmkirinê ye ji fesîleyên artêşa azad re, û koçberkirina bi kotekî ji sivîlan re ye", û weha jî got " çi êrîşên ku Rûsya û rêjîma Esed dikin wê nakok bin bi giyan û nivîsa biryara Encûmena Ewlekariyê ya 2254 re, her weha bi têgîhiştinên me û Rûsan re jî".
Û wezareta karûbarê derve ya Amerîkî bi xurtî tekez kir ku divê Rûsya û Rêjîm pabend bin bi piransîba bingehîn ya ku rêkeftin li ser bûye û têde hatiye ku , Netewên Yekbûyî ew e ya wê alîkariyên lazim ji deverên dorpêçkirî re destnîşan bike, ji bo sivikkirina derdeseriyên van navçeyan, û rêjîma Esed û Rûsya tuhmetbar kirin bi keysanîna ji dabînkirina xwarinê û heyberên hawarçûnê, û bikaranîna wan wek handanekê ji bo destberdana ji bajêr ji bercewendiya Rêjîmê re.
