Li gundewarê Minbicê DAIŞê 24 welatiyan bidarve dike

Li gundewarê Minbicê DAIŞê 24 welatiyan bidarve dike

1:55:07 PM

 

RojavaNews: Rewengeha Sûrî ya mafê mirovan diyar kir ku di 24 demjimêrên bûrî de çeteyên DAIŞê 24 welatî li gundê El-Biwêr yê li gundewarê Minbicê bidarve kirin.

 

Rewengeha Sûrî ya mafê mirovan da zanîn ku rêxistina DAIŞê ji ber topbarana firokeyên navnetewî reviya û berê xwe dane gundê El-Biwêr û kontrol kirin û piştre dest bi darvekirina welatiyan kirin û hejmara qurbaniyan gihişte 24 welatiyî, rewngeha Sûrî domand ku çeteyên DAIŞê hejmarek gund di heman êrîşê de kontrol kirin ji nav wan gundên Qert ,El-Camûsiyê û hin gundên din.