11:49:03
Rojava News: Rayedarê Serkaniya Rûsyayê Korgenral Sergey Rudskoy, ragihand ku li Helebê 82 milîtan çek danîne û bajêr terk kirine.
Rudskoy derbarê operasyona mirovî ya hevpar ya Rûsya û Sûriyeyê ya ku di 28ê Tîrmehê de li Helebê dest pê kir de agahî da çapemeniyê. Rudskoy diyar kir ku ji 300î zêdetir kes ji korîdorên alîkariya mirovî re derbas bûne û gihiştine navendên bi ewle yên ku ji aliyê hikumeta Sûriyeyê ve hatine ava kirin. Herwiha 82 milîtan jî çekên xwe danîne û ji bajarên Helebê derketine.
Rudskoy behsa pêvajoya agirbesta li Sûriyeyê kir û da zanîn ku 109 herêm beşdarî agirbestê bûne. Bi vê yekê hejmara herêmên ku beşdarî agirbestê bûne gihişte 327an.
Herwiha hejmara komên çekdar neguheriye û hêj 61 e.
