Dijbereya Sûriyê komek çekdarên Hizbûlaha Libnanê dîl girtin!

Dijbereya Sûriyê komek çekdarên Hizbûlaha Libnanê dîl girtin!

11:04:59

 

Rojava News: Tora Sûriyê ragehand ku grûpên dijbereya Sûriyê di çarçoveya pêşveçûnên xwe li taxa El-Hemdaniyê li bajarê Helebê 23ê çekdarên Hizbûlaha Libnanî bi dîl girtine.

 

Derbarê girtina wan çekdarên Hizbûlah Tora Sûrî di daxuyaniyekê de ragehand ku grûpên dijbereya Sûriyê di çarçoveya pêşveçûnên xwe li taxa El-Hemdaniyê li bajarê Helebê 23ê çekdarên Hizbûlaha Libnanî bi dîl girtin.

 

Tora Sûrî da zanîn ku li navçeya El-Ramûse jî komek leşkerên rejîma Sûriyê hatin dîl girtin û yên din di şerê wan û çekdarên opozîsyonê de hatin kuştin.

 

Piştî kontirolkirina rejîma Sûriyê ji rêya Kastêlo re û dorpêçkirina 300 hezar kesên sivîl,  dijbereya Sûriyê dest bi şereke berfireh kir daku wê dorpêçkirinê veke.