Dijbereya Sûriyê navenda Topxaneyê kontirol kir

Dijbereya Sûriyê navenda Topxaneyê kontirol kir

11:48:30

 

Rojava News: Çekdarên dijbereya Sûriyê li bajarê Helebê di çarçoveya vekirina dorpêçkirina bajêr de  êrîşî tobxaneyê kirin, di encam de navend kontirol kirin.

 

 

 

Derbarê pêşhatiyên nû di şerê bajarê Helebê de, Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan daxuyniyek belav kir, tê de ragehand ku çekdarên Ceyîş El-Fetih, Ehrar El-Şam û hin grûpên din yên dijbereya Sûriyê li bajarê Helebê di çarçoveya vekirina dorpêçkirina wî bajarî êrîşî navenda tobxaneyê kirin, di encam de ew navend kontirol kirin.

 

 

 

Rewangehê da zanîn ku di encama wê êrîşê de navenda Tobxaneyê li navceya El-Ramûse kontirolkirin, diyar kir ku heta niha şer berdewam e.

 

 

 

Ji aliyê xwe ve ajansa nûçeyên fermî ya Sûriyê SANA li ser zarê berpirsekî ewlehiyê ragehand ku yekîneyên Artêşa Sûriyê bi piştevaniya firokeyan êrîşa opozîsyonê li ser navenda Topxenyê têkşkandin, herwiha derbarê wê yekê de kurte vîdyoyek belav kirin tê de topxaneyên dijbereyê dişewitin.

 

 

 

Piştî kontirolkirina rejîma Sûriyê ji rêya Kastîlo û dorpêşçkirina 300 hezar welatiyên sivîl opozîsyonê dest bi operasyona şkandina wê dorpêçkirinê kir, heta niha jî karî çend deverean bidest bixe.