Fermandarê hêzên taybet ê Sûriyê hate kuştin

Fermandarê hêzên taybet ê Sûriyê hate kuştin

11:03:28

 

Rojava News: Şer û pevçûn li bajarê Helebê ku dikeve bakurê Sûriyê di navbera grubên opozîsyonê û Artêşa rejîma Sûriyê berdewame, di encama şer û pevçûnên duh de,  fermandarê Hêzên taybet Mehmûd Ezîz Hesen  

Şer û pevçûn li bajarê Helebê ku dikeve bakurê Sûriyê di navbera grubên opozîsyonê û Artêşa rejîma Sûriyê berdewame, di encama şer û pevçûnên duh de,  fermandarê Hêzên taybet Mehmûd Ezîz Hesen hate kuştin.

Tora nûçeyên Tertûsê ragehand ku duh,  Li bajarê Helebê di encama şerê di navbera grubên opozîsyonê û Artêşa rejîma Sûriyê de û li gor çavkaniyên navxweyî kuştina fermandarê Hêzên Taybet ê rejîma Sûriyê lîwa Mehmûd Ezîzî Hesen hate ragehandin.

Fermandarê ku hatî kuştin lîwa Mehehmûd Ezîz, piştî kuştina Emîd Yasir Muhsin û emîd Emar Bûtî xwediyê payeya herî bilind a leşkerî bû ku heta niha di şerê li wî welatî de tê kuştinê.

Fermandarê Hêzên Taybet ên Sûriyê Mehmûd Ezîz Hesen ji bajarê Safîtayê ye, ser bi parêzgeha Tertûsê ku piraniya nişteciyên wê Elewî ne û alîgirên Serokî rejîmê Beşar Esed in.