RojavaNews-Urdin: Jêdereke ewlehiya Urdinê ragihand ku : “ duh roja înê zarokeke Sûrî û pîrka xwe di encama xenqandina malbateke ku ji 5 kesan pêk tê bi gaza Sopeke xazê mirin û her 3 kesên din rizgarbûn .
Jêdereke ewlehî ya Urdinî ji ajansa " Franc Press "re ragihand ku : “ zarokek 2 salî bi navê Samî Haris û pîrka wî Emîne Rîda ya 60 salî di dema ku geheştin nexweşxaneyê cane xwe ji dest dan û her 3 kesên din yê wê malbatê hatin rizgarkirin .
Heman jêderî serbarkir ku ew malbata Sûrî ne di kampan de dijîn , ew malbat di maleke nêzîkî kampa Zeterî ya penaberên Sûriyê li taxa rojava li parêzgeha El-mefreq li başûrê rojhlatê Eman bi cî dibin .
Hêjayî gotinê ye ku welatê Urdin derdora 60 hezar penaberên Sûriyê yên tomarkirî li xwe digre , ji bilî 700 hezarên din yên ku derbasî wî welatî bûne berî ku kirîza Sûriyê di Adara sala 2011 an de destpêbike .
Bahoz Rojavayî
