11:49:57
Rojava News: Çekdarên opozîsyona Sûriyê Kolîça Hunerî ya esmanî ku dawî navendên rejîma Sûriyê li deriyê bakur Helebê bû kontirolkir.
Derbarê vê babetê ajansa SkyNews ragehand ku di encama şerê di navbera girûpên opozîsyona Sûriyê û Artêşa rejîma Sûriyê de li Kolîça Hunerî ku dawî navendên rejîmê bû li wê deverê 50 çekdarên rejîmê hatin kuştin.
Heman ajansê da zanîn ku Kolîça Hunerî ku dawî navendên rejîmê bû li wê deverê bi temamî ji aliyê rejîmê ve hate kontirolkirin.
Ji aliyê xwe ve ajansa fermî ya nûçeyên Sûriyê SANA ragehand ku Artêşa Sûriyê û hêzên alîgirê wê êrîşên terorîsta têkşkandin û şer heta niha berdewam e.
Herwiha Rewngeha Sûrî ya Mafê mirovan jî ragehand ku şer li taxa El- Ramûsa, Kolça çekdarî û kolîça tobxanê.Herwiha li gor çalakvanan jî di wî şerî de 150 çekdarên rejîmê hatine kuştin di nav wan de 30 çekdarên Hizbulaha Libnanî ne.
