Hevpeymaniya Niştîmanî: Danûstandin tenê ew çareseriyê ji Rûsya Re da kelaxên Pîlotên Xwe bibe û Ne Tolhilanîn ji Sivîlan

Hevpeymaniya Niştîmanî: Danûstandin tenê ew çareseriyê ji Rûsya Re da kelaxên Pîlotên Xwe bibe û Ne Tolhilanîn ji Sivîlan

2:36:42 PM

RojavaNews: Hevpeymaniya Niştimanî ya Opozisyona Sûriyê diyar kir ku danûstandin rêka tenê ye, ji bo vegerandina kelaxên firokvanên Rûsî yên ku sivîl bombebaran dikirin, û di tawankariyên cenga Rûsî di derheqê miletê Sûrî de beşdar bûn, û ne gefdana bi tunekirina wan e.

Firokên Rûsî bi şêweyekî berdewam êrîşan dibin ser bajarê Seraqib li Gundewarê Idlib, ya ku firok li asmanê wê anîn xwarê, tê texmîn kirin ku heta nuha 80 mûşekên valahî û bombeyên goşî hatine avêtin, û bû sedema koçberbûna 35 hezar niştecihan, û piraniya malên Seraqib hatin wêrankirin.

Hevbendiya Niştimanî di daxuyaniya xwe ya doh de anî ziman ko Firokên dagîrkerên Rûsî Taxên Niştecihan û Malên aram bombebaran kirin, her wiha bi awayekî rêbazkirî bi mebest û pîlan hemû damûdezgehên pêwîst ji jiyanê re amanc kirin, wek Banka Xwînbexşînê û Bargeha Hewarçûna Pizîşkî û herdu Aş û Sentera Avê û bi mebest Bazara serekî ya bajêr bi êrîşine peyhev armanc kirin.

Hevbendiyê got: “Danûstandin rêka tenê ye, ji bo vegerandina kelaxên firokvanên Rûsî yên ko sivîl bombebaran dikirin û di tawankariyên cenga Rûsî di derheqê miletê Sûrî de beşdar bûn. Gerek Dagîrkerên Rûsî yên tawankar têbigihên ko tolhildan ji sivîlan û gefxwarina li wan bi wêrankirina bajêr rewşê naguhere, berevajî dê astengtir bike.”

Hevbendiyê bêtir got ko” Li pêşberî tewanekê ku hemî salixên tewana cengê tê de hene, û binpêkirinên hêjane şermezarkirin û pîsdîtinê. Hevbendiyê daxwaz ji Civaka Navdewletî kir ko pêrabûnên lezgîn bikin tako dijminkariya Rûsî û tawankariyên wê yên li dijî sivîlan rawestînin.”