NY: Bile bilez agirbest were ragihandin!

NY: Bile bilez agirbest were ragihandin!

10:23:29

 

Rojava News: Neteweyên Yekbûyi daxwaza zûtirîn ragihandina agirbesta li Helebê kirin ji ber ku Şer li Helebê gurtir bûye û welatiyên sivîl pêwîstî bi alîkariyên mirovî hene

 

Netewên Yekbûyî (NY) daxwaz kir, bi zûtrîn dem agirbest li bajarê Helebê bê ragihandin, ji bo ku dezgeh û saziyên serbixwe bikaribin alîkariyên mirovî bigihînin xelkê sivîl.

Berpirsê Karûbarên Mirovdostane yên NY li Sûriyê Yakoub El Hillo û Berpirsê Karûbarên NY yê Herêmî Kevin Kennedy derbarê rewşa Helebê de daxuyaniyek hevbeş dan.

 

Di vê daxuyaniya hevbeş de, NY derbarê nebûna av û kehrebayê li Helebê de jî hişyarî da û da xuyakirin, ku nebûna av û kehrebê dibe sedema wê yekê ku xelkê Helebê rastî karesateke însanî were.

 

Li gorî da xuyaniyê 2 milyon kes li Heleb û derdora wê pêwîstiya wan bi av û kehrebê û alîkariyê mirovî hene.

 

Gera nû ya şerê Helebê piştî wê yekê dest pê kir, ku Dijbereya Sûriyê bo şikandina dorpêça çend taxên rojhilata Helebê êrişî Artêşa Sûriyê kir.