Hevpeymaniya Sûriyê: Armanckirina Sivîlan bi xwe Teror e û Ti tehane Ji Yasakirina wê Re nîn e

Hevpeymaniya Sûriyê: Armanckirina Sivîlan bi xwe Teror e û Ti tehane Ji Yasakirina wê Re nîn e

6:13:44 PM

RojavaNews: Firokên şer komkujiyek li bajarokê Elmihmêdiyê li gundewarê Dêrazorê pêkanîn, û têde 19 sivîl hatin kuştin ku piraniya wan jin û zarok bûn, û herwiha deh kesê din hatin birîndarkirin, bi sedema bombebarankirina wan bi mûşekên deng, û ligor çalakvanan ku dibe ew firok firokên Rûsiya bin.

Hevpeymaniya Niştimanî ya opozisyona Sûriyê, armanckirina sivîlan şermezar kir, û bi taybetî ku êrîşên firokên dagîrkariya Rûsiya zêdetir bûne, piştî serkeftinên şoreşgeran û şikandina dorpêçkirina Helebê.

Herwiha Hevpeymaniya Niştimanî red kir ku behaneya bombebarankirinê dijberiya terorê be, û da zanîn ku armanckirina sivîl û jin û zarokan nayê pesendkirin li bin çi behaneyê be, ji ber ku ew bi xwe teror e, heger ew alava armanckirinê kêrek be yan jî firokeke "mîg" yan "sêxoyî" be, û heger kirde endamekî DAÎŞ be, yan yê dibêje ku ew li dijî wê ye be.