Xetîb jî vexwendina Rûsiyayê red kir

Xetîb jî vexwendina Rûsiyayê red kir

Rojava News: Hevpeymaniya Niştimanî ya opozisyona Sûriyê jî ew vexwendin red kiriye, lê Desteya Hevahengiyê hê biryara xwe yek alî nekiriye.

 

Serokê berê yê Hevpeymaniya Niştimanî ya dijbereya Sûriyê Mûaza Xetîb li ser rûpela xwe ya taybet a Facebookê belav kir ku, ew beşdarî hevdîtina Moskoyê nabe “Ji ber ku mercên pêwîste bo serfetina hevdîtinê, peyda nebûne.”


Rûsiya bi niyete ku di 26–29ê vê mehê de, her yek ji dijbere û rejîma Sûriyê li ser yek maseyê bicivîne, da bibe destpêkek ji bo konferasnekî taybet bi dîtina çareseriyekê ji krîza ku ev 4 salin li Sûriyê diqewime.


Hevpeymaniya Niştimanî ya dijberea Sûriyê jî di heftiya borî de, biryar da ku ew dê tevlî hevdîtina Mosokyê nabe, ji ber ku armanc û mebestên wê konferansê ne zelalin. Lê heta niha Desteya Hevahengiya Niştimanî helwesta xwe ji vexwenidna Rûsiyayê ranegihandiye.


Li gor ku Hevpeymaniya dijbere ragihandiye, ew qet ligel rejîma Sûriyê li ser yek maseyê rûnanê, eger mbest jê ne radestkirina desthilatê û pêkanîna desteyek demkî bi desthilatên temam ji bo rêvebirina Sûriyê di qonaxek veguhez de be, ev yek bi temamî ji aliyê rejîma wî welatî ve tê redkirin.