Firokeyên Rûsyayê 20 kes li Helebê kuştin!

Firokeyên Rûsyayê 20 kes li Helebê kuştin!

11:58:15

 

Rojava News: Li bazararekê li taxa El-Ferdos ser bi bajarê Helebê ve ye 20 welatiyên sivîl di encama bombebarankirina firokeyên Rûsyayê hatin kuştin.

 

Li gor çalakvanên rêxistina sivîl firokeyên Rûsyayê taxa El-Ferdos û nexweşxaneya zarokan li bajarokê Kefir Hemre bombebarankirin, di encam de 20 welatiyên sivîl û karmendên pizîşkî hatin kuştin.

 

Ji aliyeke din ve opozîsyona Sûriyê ji Skynews re ragehandibûn ku wan rêya alîkariyên rejîmê bo bajarê Helebê kontirolkirin, herwiha serbazgehê El-xizlan li başurê Helebê piştî şereke giran kontirolkirin.

 

Tê zanîn ku şereke giran di navbera rejîma Sûriyê û opozîsyonê de piştî vekirina dorpêçkirina bajarê Helebê berdewam e.