Artêşa Azad bajaroka Çobanbeyê xist bin kontrola xwe

Artêşa Azad bajaroka Çobanbeyê xist bin kontrola xwe

11:12:49

 

Rojava News: Komên girêdayî Artêşa Azad, bajaroka Çobanbeyê ya di destê DAIŞê de bû, kir bin kontrola xwe.

Li gorî agahiyên hatin bidesxistin, Cebheya Şamê, Tugaya Sultan Mûrad, Nurettîn Zengî û hin komên din bajaroka Çobenbey ya di navbera Bajarên Celabrûs û Ezazê de ye kirin bin kontrola xwe.

900 milîtan beşdarî operasyonê bûn û bajaroka Çobenbeya ku nêzî sînorê Tirkiyeyê ye de ye kirin bin kontrola xwe.

Di operasyona ku bi hevkariya balafirên koalîsyonê hate kirin de, gelek wesayetên DAIŞê yê bombebarkirî hatin rûxandin û 4 DAIŞî jî hatin desteserkirin.

Şer û pevçûnên derdora bajaroka Çobanbeyê hêj berdewam dike  û hate gotin ku Artêşa Azad bo ku Celabrûsê jî bidest bixe jî wê operasyoneke mezin bide destpêkirin.

Li bajaroka Çobanbeyê bi qasî 17 kîlometre dûrî Celabrûsê ye û şêniyên wê tirkman û ereb in.

Bajaroka Çobenbeya ku di navbera Celabrûs û Ezazê de ye heta meha nîsanê di bin kontrol Artêşa Azad de bû.