De Mistura karê tîmên NY li Sûriyê ragirt

De Mistura karê tîmên NY li Sûriyê ragirt

6:09:30 PM

RojavaNews: Neteweyên Yekbûyî (NY) karê tîmên xwe yê taybet bi alîkariyên mirovî li Sûriyê ragirt.

Nûnerê NY yê taybet li Sûriyê, Staffan de Mistura di daxuyaniyekê de îro Pêncşemê (18ê Tebaxê) tekez kir ku, ev bû yek meh ti alîkarî derbasî navçeyên dorpêçkirî de li Sûriyê nebûne.

Herwiha De Mistura anî ziman jî ku, ji ber dijwariya şer û pevçûnan “ev çend heftî ne ku tîmên me nikarin alîkariyan bigihînin Helebê” lewma birayara ragirtina karê tîmên mirovî yên NY li Sûriyê hat dayîn.