Rêxistina Lêborîna Navnetewî: Li Sûriyê 18 hezar kes bi îşkencê mirine!

Rêxistina Lêborîna Navnetewî: Li Sûriyê 18 hezar kes bi îşkencê mirine!

23:44:42

 

Rojava News: Rêxistina Lêborîna Navnetewî dibêje, 18 hezar kes di zîndanên rêjîma Sûriyê de di bin îşkenceyê de hatine kuştin.

Rêxistina Lêborîna Navdewletî ya di raportekê de aşker kir ku, ji meha Adara 2011an (Destpêka krîza Sûriyê) ve û ta sala 2015an bêhtir ji 17 hezar û 773 di zîndanên rêjîma Sûriyê de di bin îşkenceyê de hatine kuştin.

Raport diyar dike ku, rêxistinê ev bîlonço ji encama hevdîtinên ligel 65 kesî yên ku ji îşkenceyê hatine rizgarkirin, belge kiriye.

Di heman demê de rêxistina mafên mirovan hişyariyê dide civaka navdewletî ku fişarê li rêjîmê bike, ji bo rawestandina îşkenceyê di zîndanên rêjîma Sûriyê de.

Li gor tûra Sûriyê ya mafên mirovan, ku lîsteyeke wan bi navê 117 hezar kesî di zîndanên rêjîmê de heye.

Li gor tora Sûriyê ya mafên mirovan , wan lîstên bi navê 117 hezar kes heye di zindanên rejîmê de, lê amarên ne fermî dibêjn nêzî 215 hezar girtî di zindanên rêjîma sûryê de hene.