27 penaberên Sûriyê ji ber sermayê jiyana xwe ji dest dane

27 penaberên Sûriyê ji ber sermayê jiyana xwe ji dest dane

RohavaNews: Tora Sûriyê ya mafê mirovan ragihand ku : “ ji destpêka Şoreşa Sûriyê ve û heta niha 27 welatiyên Sûriyê li hundir û kampên cuda li welatên hevsînorê Sûriyê jiyana xwe ji dest dane .

Li gor raportekî Tora Sûriyê ya Mafê Mirovan ku : “ ji destpêka şoreşa Sûriyê ve 27 welatiyên Sûriyê jiyana xwe ji dest dan , di nav wan de 16 zarok û 3 jin hene û ev hijmara bûrî jî piraniya wan li kampên penaberiyê li welatên hevsînorên Sûriyê ne .

Tora Sûriyê di raporta xwe de herweha eşkerekir ku 13 kesan di girtgehên rêjîma Sûriyê de jî ji ber sermayê canê xwe ji destdane .

Hêjayî gotinê ye ku ev raporta rewangehê piştî ku 4 zarokên penaber yên Sûriyê bi sedema vê bahoza berfê di vê heftiyê de li kapmên Lubnanê jiyana xwe ji dest dane tê.

Bahoz rojavayî