11:54:47
Rojava News: Neteweyên Yekbûyî nunerê xwe yê karûbarên mirovî li Sûriyê Yaqub El-Hilo berî demê wî bi dawî be ji kar dûrxistin.
Derbarê vê babetê Neteweyên Yekbûyî di daxuyaniyekê de nunerê karûbarên mirovî li Sûriyê Yaqub El-Hilo ku biryarbû karê wî li wî welatî di Hezîrana 2017ê de bi dawî were ji kar dûrxistin.
Herwiha Neteweyên Yekbûyî da zanîn ku Yaqub El-Hilo weke Cîgirê Nûnerê taybet yê NY li welatê Lîbîrya hate destnîşankirin, herwiha weke hevrêzê programa NY ya geşepêdanê jî di heman welatî de kar bike.
Berî niha hin rêxistinên opozîsyona Sûriyê Yaqub El-Hilo bi alîgiriya rejîma Sûriyê tometbarkiribûn û daxwaza guherîna wî bi keseke din re kiribûn.
