12:10:26
Rojava News: Balafirên şer yên Rûsî, îro şeveqê, bi bermîlên teqîner avahiyên taxa Celûm di bajarê Helebê de topbaran kirin, û di encamê de 7 welatiyên sivîl hatin kuştin, û bi dehan birîndar ketin.
Li aliyeke din hate zanîn ku Hêzên peresdariya sivîl di bajêr de hewl didin ku qurbaniyan ji jêrî kavilan derxînin.
Herweha, balafirên rêjîmê taxa Ramûsê li başûrê bajarê Helebê topbaran kirin, di dema ku pevçûn di nav Rêjîm û çekdarê dijbereya Suriye de gurr buye.
