Dijbereya Sûriyê bi niyaz e êrîşî Cerablusê bike

Dijbereya Sûriyê bi niyaz e êrîşî Cerablusê bike

23:50:06

 

Rojava News: Jêderekî ji  Dijbereya Sûriyê ragihand, bi sedan çekdarên wa xwe amade dikin bajarokê Cerablusê ji destê DAIŞê rizgarbikin.

Wî jêderkî amaje kir, tê pêşbînîkirin ku çekdarên dijbereyê di ala Artêşa Azad (Bi piştevaniya Tirkiyê) de di çend rojên bê de ji nava xaka Tirkiyê de êrîşî Cerablusê bikin.

Li egera cibicîkirina vê planê, hewla Hêzên Sûriyeya Demokrat (HSD) bo kontrolkirina navçeyên di navbera çemê Feratê û Efrînê têk diçe, ku HSDê piştî rizgarkirina Minbicê bervê wê ber bi Cerablus û Ezazê bû.

Cerablus li ser çemê Feratê nêzîkî sînorê Tirkiyê ye, 30 k.m li bakurê Minbicê û 50 k.m li rojhilatê Ezazê ye û take bajarok li bakurê Sûriyê û nêzîkî sînorê Tirkiyê ye, ku di bin desthilata DAIŞê de ye.

Tirkiye ku piştgirê sereke ya Artêşa Azad ya opozîsyona Sûriyê ye, nîgeran e ji pêşketinên HSDê li bakurê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê. Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim duh ragihand, Enqere dê di şeş mehên bê de di Sûriyê de çalaktir be, da ku Sûriye li ser bingeha netewî perçe nebe.

Her li gor wî jêderî opozîsyona Sûriyê, ku DAIŞ di çend rojên borî de çekdarên xwe ji Cerablusê vedikişîne. Ji aliyê xwe ve jî Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan got, DAIŞ çekdarên malbatên xwe ji Cerablus û Babê derdixînin.