11:02:16
Rojava News: Fermandarê nû yê Artêşa Amerîkayê li Iraq û Sûriyê Steven Tawnsînd hişdarî dide her yek ji Rûsya û sûriyê ku, eger rastî êrîşên topan yan firokeyan hatin ew dê berevaniya hêza xwe ya taybet li Sûriyê bike
Derbarê vê mijarê Fermandarê nû yê Artêşa Amerîkayê li Iraq û Sûriyê Steven Tawnsînd di hevdîtinekê de lige kenala CNN a Amerîkî wiha got: "Me Rûsya bi cihê navendên xwe agehdarkiriye û wan jî ji rejîma Sûriyê re gotine, ez dixwazin bibêjim ku, emê bergiriya xwe bikin eger em rastî êrîşan hatin."
Berî niha Berdevkê Wezareta Bergiriya Amerîkayê (pentagon) hişdarî dabû Artêşa Sûriyê û alîgirên wê ku, nêzîkî hêza wan nebin.
Ev 5 roj in şerûpevçûn li bajarê Hesekê di navbera Asayîşa Rojava û rejîma Sûriyê berdewam e, heta niha jî bi dehan kuştî û birîndar hene.
