Balafirên Fransa Reqa ermanc dike!

Balafirên Fransa Reqa ermanc dike!

11:13:25

 

Rojava News: Wezareta bergiriya Fransayê ragehand ku, firokeyên wan binge û baregehên DAIŞê li bajarê Reqayê kirin armanc.

Derbarê wê operasyonê Wezareta bergiriya Fransayê daxuyaniyek belav kir tê de, ragehand ku, 4 firokeyên ji corê DASO.M 2000 û firokeya Atlantîk ên Fransî  navendên DAIŞê û baregehên çek û teqemeniyan ên DAIŞê li bajarê Reqayê têkbirine.

Li gor daxuyaniya Wezareta Bergiriya Fransayê ew operasyon heftiyekê berdewam kir, tê de gelek navendên rêxistina DAIŞê hatin têkbirin.

Fransa yek ji Hevpeymaniya Navdewletî li dijî DAIŞê ye.