Tirkiyê hewlên xwe ji bo dabinkirina deverek aram di nav xaka Sûriyê de ranewestandine

Tirkiyê hewlên xwe ji bo dabinkirina deverek aram di nav xaka Sûriyê de ranewestandine

4:14:56 PM

RojavaNews: Rojnameya Şerq Elewset li ser zarê jêderên dîblomasî got, ku Tirkiyê hewlên xwe ji bo dabinkirina deverek aram di nav xaka Sûriyê de ranewestandine ew jî ji bo vegwestina penaberên Sûriyê ji bo wê deverê .

Tevî nerazîbuna Natoyê û Wîlayetên Yekgirtî yên Emrîka li ser vê daxwaza Tirkiyê sala burî lê jêderên Tirkiyê dibêjn, ku wê Tirkiyê careke din vê mjarê veke li gel Rûsyê û  Êranê ji bo avakirna devereke aram li ser hêla Îzazê û Cerablisê ta penaberên Sûriyê ji kampên di nav xaka Tirkiyê bên veguhestin ji bo wê devera ku weke deverk dijî  firînê bê ragehandin, ji bo dema du salan .

Herweha heman rojnameyê li ser zarê jêderên xwe yên taybet ragehand ku Tirkiyê hemahengiyê li gel Rûsiyê bike ji bo paqijkirina devera di navbera Cerablisê û Ezazê ji DAIŞê .