Aliyên dijbereya Sûriyê nerîneke hevbeş dibînin

Aliyên dijbereya Sûriyê nerîneke hevbeş dibînin

 

Rojava News: Nûnerê Hevpeymaniya Niştimanî ya Hêzên Dijbereya Sûriyê (Îtîlaf) Qasim El-Xetîb ragihand ku biryar e hevdîtinên aliyên dijbereya Sûriyê di van du rojan de, careke din, li Qahîreyê bêne lidarxistin.

Nûnerê Îtîlafê Qasim El-Xetîb ji Rûdawê re got: “Ti pêwendiya hevdîtinên Qahîreyê ligel înisyatîfa Rûsyayê nîne.”

El-Xetîb herwiha eşkere kir ku dewleta Misrê ti destêxistinê di van hevdîtinan de nake.

Di heman çarçoveyê de, El-Xetîb nîşan bi wê yekê da ku di van hevdîtinan de, kar li ser belgeya nerîneke hevbeş dibe, ji bo çareya krîza Sûriyê. 

Qasim El-Xetîb wiha domnad: “Dewleta Misrê û Komkara Erebî razîbûna xwe li ser van hevdîtinan diyar dikin.”