NY: Sûriyê gaza klor bikaraniye!

NY: Sûriyê gaza klor bikaraniye!

10:33:45

 

Rojava News: Piştî lêkolîneke NY(Netewên Yekbûyî) ya derbarê bikaranîna çekên kîmyayî ji aliyê rêjîma Sûriyê ve, Amerîka dibêje ewê berpirsên Sûriyê bi awayên dîplomatîk ceza bikin.

Piştî lêkolîneke NY(Netewên Yekbûyî) ya derbarê bikaranîna çekên kîmyayî ji aliyê rêjîma Sûriyê ve, Amerîka dibêje ewê berpirsên Sûriyê bi awayên dîplomatîk ceza bikin.

Berdevkê Encûmena Asayişa Netewî ya Amerîkayê Need Prices di daxuyaniyekê de ragihand,   Amerîka nikare înkar bike ku rêjîma Sûriyê çendîn caran gaza Klorê li dijî welatiyên xwe bikar aniye.

Prices got: “Amerîka dê bi hevparên xwe yên navdewletî re hewl bide, ku bi rêyên dîplomasî re berpirsên Sûrî ceza bike. Herwiha em daxwaz ji hemû welatên ku li ser peymana qedexekirina bikaranîna çekên kîmyayî îmze kirine, ji nava wan Rûsya û Îranê jî dikin, ku beşdar bin di vê yekê de.”

Lêkolîneke hevbeş ya NY û Rêxistina Navdewletî ya Qedexekirina Çekên Kîmyayî aşkere kir ku, hêzên rêjîma Sûriyê du êrîşên bi gaza Klorê kirine.

Li gor lêkolîna hevbeş, ku helîkopterên rêjîma Sûriyê di 21 Nîsana 2014an de bajarokê Til Nimis û di 16 Adara 2015an de bajaroka Sermîn yên li parêzgeha Idlibê bombebaran kirine.