00:56:09
Rojava News: Terorîstên DAIŞê 4 welatiyên sivîl ji gundê Qeir Kilbîn a girêdayî herêma Ezazê, revandin.
Li gorî zanyariyên li ser ragihandinê DAIŞê 4 welatiyên sivîl ên bi navên Mistefa Cerah, Ebdulfetah El-Elo, Ebdullah Elo û kurê wî, ji gundê Qer Kilbîln ya girêdayî Ezazê, revandine.
Herwiha hate gotin ku welatiyên ku ji aliyê DAIŞê ve hatine revandin, ne diyar e ku li ku ne û çi hatine serê wan. Beriya çend rojan jî, DAIŞê welatiyên bi navên Ehmed Menla û Elî Cerah yên ji heman gundî revandibûn.
