Rejîma Sûriyê ji dohî ve bajarê Himsê bombebaran dike!

Rejîma Sûriyê ji dohî ve bajarê Himsê bombebaran dike!

12:42:45

 

Rojava News: Piştî rojekê ji valekirina bajarokê Dareya firokeyên rejîma Sûriyê taxa El-Weir li bajarê Himsê bi 12e êrîşan bombebaran kir.

Li gor daxuyaniya Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan di derbarê wan êrîşan de "Firokeyên rejîma Sûriyê taxa El-weir a ser bi parêzgeha Himsê ve bi 12e êrîşan bombebaran kir, di encam de 7 welatiyên sivîl hatin kuştin, di nav wan de jin û zarok hebûn, herwiha bi dehan birîndarbûn."

Bombarankirina rejîma Sûriyê li ser taxa El-Weir piştî rojekê li ser valekirina bajarokê Dareya ve tê, herwiha derbasbûna salekê li ser dawî bombebarankirin bi ser wê taxê ve.

Li gor çavdêrên siyasî, metirî heye ku, rejîma Sûriyê heman sîstem û senaryoyê bajarê Dareya li taxê Himsê jî cîbecî bike.