Nameyek Ji Ban Ki Moon Re ji bo Hişyarkirina wî derbarê bikaranîna Rêjîmê ji Neteweyên Yekbûyî Re di operasyonên Xwe yên cihên gumanê de

Nameyek Ji Ban Ki Moon Re ji bo Hişyarkirina wî derbarê bikaranîna Rêjîmê ji Neteweyên Yekbûyî Re di operasyonên Xwe yên cihên gumanê de

3:33:08 PM

RojavaNews: Serokê Desteya Bilind Ya Danûstandinan, Riyad Hicab, îro nameyek ji emîndarê giştî yê Neteweyên Yekbûyî Ban Ki Moon re şand, ji bo hişyarkirina wî der barê operasyonên koçberkirin û guhertina demografîk ya ku Rêjîma Esed pê radibe, û bikaranîna NY wek sîwanekê ji wan Operasyonan re.

Û Hicab daxwaza " cîbicîkirina tekûz ji biryarên NY re kir, û neçarkirina Rêjîmê û hevalbendên wê ku serê xwe ji viyana navdewletî re deynin", û amaje kir ku" derdeseriyên gelê Sûriyê roj bi roj zêdetir dinin, û îro bûye mezintirîn bobelat di cîhanê de, û cîhan bê ku tiştekî ji bo rawestandina wê bike lê meyze dike, û bê guman ev şermeke mezin e ji civaka navdewletî re".

Û Hicab bal kişand ser ku Heleb " xelekek tenê ye ji xelekên bobelata sûriyê", û diyar kir ku bûyerên wê ber bi " metirsiyek mezin de diçin, ji ber ku guhertina demografî û koçberkirina koteî pêk tê", û tirsa xwe diyar kir ji " noqbûna NY di encamên wê yên yasayî û exlaqî de", û hişyarî da ku" heman tiştan li We'ir li Himsê û Dareya û Medaya li gundewarê Şamê û tevaya deverên Sûriyê tê kirin".

Û Hicab bal kişand ser biryarên NY der barê rewşa Sûryê , " yên ku nayên bicîkirin, lê tenê ji bo xizmeta ecindeyên aliyin cihê gumanê ne bi wan tê lîstin, ku îro li ser erdê encamên wê diyar dibin", û cihê mixabiniyê ye ku " NY ji bo cîbecîkirina van pîlanan tê bikaranîn, di riya agirbestên xwecihî re yên nakokin bi biryara Encumana Ewlekariyê re ya 2268/2016 û berî wê biryara 2254/2015, û her weha nakok e bi soznameya NY û armanc û hêviyên wê re", li gor ku di nameyê de hatiye.

Û hicab di nameya xwe de ev pirs ji Ki Moon kir: " gelo di baweriya we de tiştê ku dibe wê terorîstî û tundrewiyê ji holê rake, û wê rijîna xwîna sûriyan û kuştina jin û zarokan raweste?", û weha jî got: " gelo wê cîhanê hêmintir bike, û wê yekîtî û saxlemiya xaka Sûriyê biparêze?", û got:" emê ji we re bi rastî bêjîn: yekcar na?".