Sûriye, li Neteweyên Yekbûyî giliyê Tirkiyeyê kir!

Sûriye, li Neteweyên Yekbûyî giliyê Tirkiyeyê kir!

10:33:02

 

Rojava News: Dewleta Sûriyeyê, ji bo ku Tirkiye bi hêza Artêşa Azad a Sûriyeyê re operasyona Mertalê Firadê pêk anî nameyek ji Sekreterê Giştî yê NYê Ban Ki-Moon re şand û giliyê wê kir.

Dewleta Sûriyeyê, ji bo ku Tirkiye bi hêza Artêşa Azad a Sûriyeyê re bi tank, top û balafirên şer li Cerablusê operasyona Mertalê Firadê pêk anî nameyek ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Ban Ki-Moon û ji Konseya Ewlehî ya Neteweyên Yekbûyî (KENY) re nameyeke gilîkirinê şand.

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya Sûriye SANAyê, rêvebiriya Şamê di nameya xwe de got: "Kiryarên rejima Tirkiyeyê û hêzên ku pê re dixebitin li ser axa Sûriyeyê rasterast qetlîam û dagirkeriyê dikin, ev qetleke li hemberî însaniyetê ye."

Di berdewamiya nameyê de tê gotin: "Di dema operasyonê de sivîl hatin kuştin û her wiha Amerîka, Fransa, Brîtanya, Erebîstana Siûdî û Qetar ji xeyrî piştgirî dana rêxistinên terorîst alîkariya Tirkiyeyê dikin û wê diparêzin."

Daxuyaniya Sûriyeyê, piştî axaftina Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş ku gotibû rêvebiriya Şamê bi navbeynkariya Rûsyayê ji operasyonê haydar bû, hat kirin