13:11:26
Rojava News: Îro Serê sibehî 2016-09-01 pêncşemê, di encama êrîşen asîmanî yên balafirên Rûsî bi ser taxên sivîl li bajarê Xan şêxûn û derdora wê li gundewarê başûrî Idlibê bi dehan kes birîndar ketin ku piraniyê wan ji koçberan bûn.
Li gorî jêderê navxweyî; Di encama êrîşan d kesên ku birîndar ketin piraniya wan ji koçberên gundewarê bakûr bûn, yên piştî şer û pevçûnên di navbera hêzên rêjîmê û şervanên opozisyonê de derketi bûn.
Herweha balafirên şer yên rûsiya du êrîşên asmanî bi topen goşeyî û yên valahî birin ser bajarê Seraqib li gundewarê rojhilatî Idlibê, û di encam de ziyanin madî gelek çêbun.
Di heman mijarî de balafirên şer taxên sivîl ji gundê Abdîn û bazirgeha Pez de li gundê Neqîr de birin li gudewarê başûrî Idlibê, û tenê ziyanin madî xistin.
