12:29:27
Rojava News: Balafirên şer ên Rûsî berbanga sibehê, derdora bajarokê Eyin Terma li rojhilatê gundewarê Şamê topbaran kirin, û di ençamê de du kesên sîvil birîndar bûn û hatin veguhestin bo nexweşxaneyên meydanî.
Herweha pevçûnên giran di nav Hêzên opozisyonê û Hêzên Rêjîmê li duriya Humsê li aliyê El-Xûta El-Şerqiya rûdan.
Li aliyeke din Balafirên Rêjîmê bermîlên teqînêr li ser taxên bajarokê Dêr Xibiyê avitên li gundewarê rojavayê Şamê, û Rêjîm bajar topbaran kir.
Di mijarek din de, çekdarên Daiş êrîşek ber firh li ser cihên opozisyonê di çiyayê El-Afaî de li devera El_Qelemûn El-şerqî ya gundewarê Şamê kişandin , û pevçûnên giran di nav her du aliyan de rûdan.
