Ji Sûriyê 3 moşek avêtin Kilisê!

Ji Sûriyê 3 moşek avêtin Kilisê!

22:00:14

 

Rojava news: Hat zanîn ku 3 moşek ji aliyê Sûriyê ve hatine avêtin û moşek li navenda Kilisê ketine.

Li gorî zanyariyan moşek di saet 13.15’an de li navenda bajêr ketin û ji ber teqînê polîs û ambulans çûne cihê bûyerê.

Herwiha li ser sînorê Tirkiye û Sûriyê, di navbera Artêşa Azad a Sûriyê û DAIŞ’ê de şer heye. Ji duhî vir ve ber bi navçeya Elbeyliyê ve wesayitên zirxî tên şandin. Elbeylî li hemberî navçeya Çobanbey a Helebê ye.

Tê zanîn 24’ê Tebaxê Tirkiye li ser Cerablusê ve kete Sûriyê û bi hevkariya Artêşa Azad ve Cerablus ji DAIŞ’ê standin û şer û pevçûn li herêmê didomin û piştî ketina Tirkiyê ji aliyê Sûriyê ve gelek moşek hatin avêtin.