Artêşa derbasî El Raî bû!

Artêşa derbasî El Raî bû!

10:02:45

 

Rojava News: Artêşa Tirkiyê bi top û tankan derbasî nav bajarokê sînorî yê El Raî yê Sûriyê bû.

Hêzên artêşa Tirkiyê duh bi tank, top û çekên giran bajarokê sînorî yê El Raî yê girêdayî bajarê Ezazê yê Sûriyê ku di destê DAIŞê de bû, girtin.

Li gorî medyaya Tirkiyê, derdora 20 tank, kamyonên tijî çek û cebilxane û wesayîtên zirhî yên artêşê bi rêya deriyê Elbeylî yê Kilîsê re derbasî Sûriyê bûn.

Tirkiyê beriya niha jî bajarê Cerablusê yê Sûriyê girtibû û ragihandibû, ew ji bona nehîştina metirsiya YPG û DAIŞê wan deran digirin.