11:04:24
Rojava News: Li bajarê Tartus ê Sûriyeyê ku di heman demê de mahzuvaniya fîloya rûsî dike du teqîn pêk hatin.
Li gorî zanyariyên televîzyona Dewlet a Sûriye SANAyê li 3 bajarên ku di bin kontrola rejime de bûn 4 teqÎn pêk hatin.
Li gor ajansa “SANA” ya fermî, ku teqîna pêşî li bajarê Tartusê li ser Pira Arzuna ya destpeka bajêr du teqînên bihêz rûdan, di encamê de 30 kesan canê xwe jidest dan û 45 kesên din jî birîndar bûn.
Herwaha teqînek din jî, li ser riya giştî li rojavayê Şamê rûda, di encamê de kesekî jiyana xwe ji dest da û 3 kesên din jî birîndar bûn.
Teqîna 4emîn jî, li nava bajarê Humsê li ser riya Tedmurê rûda, di encamê de 2 kes hatin kuştin û 7 kesên din jî birîndar bûn.
