Hewldanên Rêjîma Esed Ko Dixwaze Dîsa Helebê Dorpêç Bike Derfetên Bestina Çi Peymaneke Navdewletî Têk Dibe

Hewldanên Rêjîma Esed Ko Dixwaze Dîsa Helebê Dorpêç Bike Derfetên Bestina Çi Peymaneke Navdewletî Têk Dibe

12:39:52 AM

RojavaNews: Hevbendiya Niştimanî ya Hêzên Şoreşê û Rikberiya Sûriyê diyar kir ko hewdanên Rêjîma Esed û hevalbendên wê ko dixwaze dîsa bajarê Helebê dorpêç bike, derfetên lidarxistina peymana navbera Emerîka û Rûsya ji bo dîtina çareseriyekê ji Sûriyê re têk dibe. 

Endamê Desteya Siyasî ya Hevbendiya Niştimanî Ebdilehed Sitêfo got ko aliyek heye naxwaze agirbest pêk bê û naxwaze çi lihevkirin jî çê bibe. Ev diyar dibe dema ko Rêjîma Esed û şirîka wê Rûsya û milîtanên ko li rex wan şer dikin, şer û dorpêçê li taxên Helebê yên Rojhilat dîsa pêk tînin.

Stêfo bal kêşand ser ko Rêbaza Esed ya kuştinê hêj berdewam e, û naxwaze ko lihevkirineke agirbestê çê bibe ko nehîle danûstandin dîsa vegerin, çimkî cîbicîkirina biryarên navdewletî yên derbarê Sûriyê eger jidil û rastî pêk bên, dê Rêjîmê mecbûrî maseya danûstandinan bikin û bihêlin desthilatdariyê berde.

Her wiha Endamê desteya siyasî Yasir Elferhan, tekez kir ko Rêjîma Esed êrîşên xwe pir dike tevî hewldanên welatên herêmê û yên navdewletî ji bo rêkeftinekê derbarê Sûriyê pêk bînin, ji ber ew dixwaze hemû çareseriyan têk bibe.

Elferhan destnîşan kir ko sistiya civaka navdewletî û di serî de Emerîka di danûstandina bi Rêjîma Esed û hêz û milîtanên wê re ji roja pêşî ve, hişt  ko Esed hemû xêzên sor derbas bike, û hişt ko karûbarê rastkirina terazûyan li ser xakê û rizgarkirina Sivîlan û danîna operasiyona siyasî li ser rêka dirist, bibe mijareke bêçare.

 Jêder: Hevbend